MÊRDÎN - Jina ku wesayîta bi plaqeya Duhokê lê ket canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jina bi navê Şukran Ulubey (58) dema dixwest ji rê derbas bibe, cîpa lê qewimî, canê xwe ji dest da.
Qeza di saetên êvarê de li ser Rêya Îpekê ya navneteweyî ya li Taxa Turgutlu ya gundewarî ya navçeya Nisêbînê pêk hat.
Cîpa ku navê şofêrê wê ne diyar e û plaqeya wê 24 A 9900 e û xelkê bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê ye, li Şukran Ulubey ku dixwest ji rê derbas bibe qelibî.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di lêkolîna midûrê tenduristiyê de hat diyarkirin ku Ulubey canê xwe ji dest daye.
Cenazeyê Ulubey ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Ajokarê cîpê hat desteserkirin û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.