Namzeda Trump a Îstixbaratê: Cîhadîst Sûriyeyê bi rê ve dibin
PeyamaKurd – Tulsi Gabbard ku namzeda serokê Amerîka Donald Trump a Rêveberiya Îstixbarata Neteweyî (DNI) ya Amerîkayê ye, di rûniştina pesendkirina Senatoyê de ji ber daxuyaniyên xwe yên berê yên derbarê Rûsya û Sûriyeyê de xwe parast.
Gabbarda ku berê bi piştgiriya rejimên hin dîktatorên wek serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtin hatibû tawanbarkirin, bi tundî bersiva van rexneyan da.
Gabbardê got, “Ew min sûcdar dikin ku ez qirdika Trump, Pûtîn, Esed an jî Modî me. Lê fêm nakin bê ka çi qasî bêaqilî ye ka ez çawa di heman demê de dikarim bibim qirdika 5 pûtperestên cuda.”
Wê diyar kir ku ew piştgiriya Esed, Qedafî û dîktatorekî din nake û anî zimên ku bi tenê ji El Qaîde nefret dikim
Her weha got:
“Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya bi ser El-Qaîdeyê ve li Sûriyê desthilatdar e ku komeke cîhadîst a îslamî ye. Ew kom, (êrîşa) 11ê Îlona 2001ê pîroz dike, û berpirsa kuştina leşkerên amerîkî ye.”
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.