Macron û Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya parastina mafên Kurdan li Sûriyê dikin

Macron û Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya parastina mafên Kurdan li Sûriyê dikin

PeyamaKurd – Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransa Macron tekezî li ser giringiya parastina mafên grûpên cuda li Iraq û Sûriyê kirin û ragihandin ku divê mafên Kurdan li Sûriyê bên parastin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva borî li gel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî encam da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriyê û Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Herdu rêberan tekezî li ser giringiya xurtkirina hewlên ji bo parastina aramî û ewlehiyê li herêmê kirin.

Barzanî û Macron herwiha amaje bi wê yekê jî kirin ku berdewamiya diyaloga navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo aramiya Iraqê giringiyeke mezin e.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên dostane yên Fransa û Macron bo Iraq û bi taybetî Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku gelê Kurdistanê ti carî alîkariyên Fransa ji bîr nake.

Serokomar Macron herwiha piştevaniya Fransa ji bo statuya destûrî ya Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û tekezî li ser rijdbûna xwe bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir.

Macron destxweşî li hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo dabînkirina aramî û çareserkirina pirsgirêkên li herêmê kir.

Di hevdîtinê de Macron pîrozbahiya bi serkeftî bidawîhatina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û piştevaniya xwe ji bo hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herdu rêberan tekezî li ser giringiya parastina mafên komên cuda li Iraq û Sûriyê kirin û tekez kirin ku ew li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyê hemfikir in.

Di hevdîtinê de mijarên din ên girîng jî hatin gotûbêjkirin.

 
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.