Hunermend Fatma Girik li ser gora wê hat bibîranîn
PeyamaKurd – Hunermenda sînama Tirkiyê Fatma Girik di koça dawî ya sê saliyê de, li navça Bodrumê li ser gora wê hat bibîranîn. Hezkiroxên Fatma Girik çîçek û gulan danîn ser gora wê û jê re di’a kirin.
Wekîla şaredariya Bodrumê Emel Çakaloğlu, li ser gora Fatma Girik, di axaftina xwe de got ku Fatma Girik hunermedekî pêşîvan bû û ji hunerê re, rêya rohniyê vedikir.
Aktrîsta sînemayê ya Yeşilçamê Fatma Girik, li Îstenbolê li nexweşxanê wefat kiribû û di 28.01.2022an de li navça Bodrumê, wê li Goristana Torbayê, li kêleka hevjînê wê derhêner Memduh Ün sipartibûn axê.
Memduh Ün, di sala 2015an de jiyana xwe ji dest dabû û derhêneriya bi sedan fîlman kiribû.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.