"Em beşdarî pirrengkirina aboriya Herêma Kurdistanê dibin"

"Em beşdarî pirrengkirina aboriya Herêma Kurdistanê dibin"

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes diyar kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzani armanc dike ku aboriya Herêma Kurdistanê pirreng bike û şîrketên Amerîkî dê di vî warî de hevkariyê bikin.

Şandeyeke Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li paytext, Hewlêrê, hevdîtinan dike.

Di daxuyaniyekê de roja Yekşemê, 7ê Îlona 2025an, Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes diyar kir ku şandeya wan ji zêdetirî 30 nûnerên şîrketan pêk tê û armanc dike ku li deverên cûda yên Herêma Kurdistanê veberhênanê bike.

Lutes got, "Em ne tenê ji bo bihîstina derfetan ji rayedaran li vir in. Em dixwazin bi karsazan re hevdîtin bikin, ji bo şîrketên Amerîkî hevkarên nû bibînin û di dawiyê de, bazirganî û veberhênanê bi Herêma Kurdistanê re zêde bikin."

Lutes herwiha li ser mijara pirrengkirina aboriyê jî rawestiya û got, "Serokwezîr Mesrûr Barzanî armanc dike ku aboriya Herêma Kurdistanê pirreng bike. Ez bawer dikim ku şîrketên Amerîkî dikarin bi sûdwergirtina ji van derfetan beşdarî pirrengkirina aboriya Herêma Kurdistanê bibin."

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.