ENKS wê li Şamê bi Ehmed Şara re bicive

ENKS wê li Şamê bi Ehmed Şara re bicive

PeyamaKurd - Çavkaniyek Kurd ragihand ku şandeyek ji Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) amadekariyan dike ku li Şamê bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara re bicive.

Çavkaniyê diyar kir ku civîn wê li ser vexwendina fermî ya Ehmed Şara be û gaveke girîng e ber bi çareseriyeke destûrî ya pirsgirêka Kurd ve. Dîroka rast a civînê hîn nehatiye diyarkirin.

Hat gotin ku ger civîn pêk were, şand wê tekez bike ku çareseriyeke destûrî ya pirsgirêka Kurd gaveke krîtîk e ber bi bidestxistina aramî û edaletê li ser asta neteweyî.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.