Erdogan Pervîn Bûldanê pîroz kir

Erdogan Pervîn Bûldanê pîroz kir

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji ber tayînkirina postê Cîgiriya Serokê Parlamentoyê, Parlamenta DEM Partî ya Wanê Pervîn Bûldanê pîroz kir.

Weke tê zanîn piştî mirina Cîgiriya Serokê Parlamentoyê Sirri Soreyya Onder, postê cîgiriyê vala mabû û Pervîn Buldan ji DEM Partiyê, ji bo postê Cîgiriya Serokê Parlamena Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê hatibû tayînkirin.  

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê li Parlamenta DEM Partî ya Wanê Pervîn Buldan geriya û ji ber tayînkirina wê ya postê Cîgira Serokê  Parlamenê, pîrozbahiyê lê kir û ji bo vî erkî serkeftina wê xwest.

Di Civîna Gring a Koma Parlamenê ya DEM Partî ya îro ku li Partiya DEMê de hat lidarxistin de, Cîgirê Serokê Parlamenê yê nû hat hilbijartin. Parlamenta Wanê û endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan wekî Cîgira Serokê Parlamenê hate hilbijartin.  

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.