Erzirom | Ji ber hilweşîna banê xanî 2 zarokan can da

Erzirom | Ji ber hilweşîna banê xanî 2 zarokan can da

PeyamaKurd – Li navçeya Hesenqele (Pasinler) ya Erziromê, banê xaniyekî ji axê hilweşiya, bû sedema candana du zarokan û birîndarbûna çar kesên din.

Bûyer li gundê Pusdukê (Porsuk) qewimî. Di encama hilweşînê de, 6 kesên ji heman malbatê di bin kavilên xanî de man. Piştî agahdarkirinê, hejmareke tîmên rizgarkirinê yên AFADê, cendirme û tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê.

Bi alîkariya tîman û welatiyan, kesên di bin kavilan de mabûn hatin derxistin. Birîndar bbi ambulansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Lê belê, li nexweşxaneyê her du zarokan ji ber xedariya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.