Fûad Husên ji Azerbaycanê vekirina konsulxaneya Hewlêrê û destpêkirina geştên asmanî xwest

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên û hevkarê xwe yê Azerbaycanê Ceyhûn Bayramov li Bexdayê civiyan.
Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de Husên xwest ku geştên asmanî di navbera Iraq û Azerbaycanê dîsa destpê bikin û konsulxaneyek li Hewlêrê were vekirin.
Husên xwest ku firînên di navbera Bakû-Bexda, Bakû-Hewlêr an Bakû-Necefê de dîsa destpê bikin û got, ev dê têkiliyên bazirganî, aborî û geştiyariyê xurt bike.
Husên herwiha bal kişand ser girîngiya vekirina konsulxaneya Azerbaycanê li Hewlêrê û got ku ev mijar hatiye erêkirin.
Herwiha Husên behsa jinên Azerbaycanî yên endamên DAIŞê jî kir û got ku Wezareta Derve berdewam şopandina vê mijarê dike.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




