Gola Urmiyê bi temamî hişk bû: Karesata mirovî li ber derî ye

Gola Urmiyê bi temamî hişk bû: Karesata mirovî li ber derî ye

PeyamaKurd- Li gorî rapora dawî ya ku li Îranê hatiye belav kirin, gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi tevahî çik bûye û tevahiya zindiyên nav avê jî ji nav çûne.

Pisporê Erdnasiyê û mamosteyê zanîngehê Mehdi Zarei ragihand ku li gorî wêneyên dawî yên golê, ew bi tevahî hişk bûye û tevahiya ekosîstema golê û zindiyên wê yên xwecihî jî ji holê rabûne.

Zarei bal kişand ser vê yekê ku bi milyaran ton xwê di golê de heye ku bi bayê re dikare bigihîje bajaran û jiyana bi mîlyonan kesî bixe xeterê û bibe sedema nexweşiyên giran ên wekî pişik û dil.

Di rastiyê de, qeyrana çikbûna Gola Urmiyê ji encamên hawirdorê wêdetir derbas bûye, ewlehî, aborî û tenduristiya xelkê jî xistiye xeterê.

Wek encamên jinavçûna Gola Urmiyê, tunebûna çandiniyê, koçberiya neçarî, nexweşiyên curbicur û tunebûna jîngeha mirovî û cureyên zindî têne hejmartin.

Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.