Gora Dr. Nûrî Dêrsimî nûh kirin û ew bibîr anîn

Gora Dr. Nûrî Dêrsimî nûh kirin û ew bibîr anîn

PeyamaKurd – Bi xebata siyasetmedarên Kurd yên Binxetê gora Dr. Nûrî Dêrsimî ya ku li Efrînê li Goristana Henanê ye hat nûhkirin. Gora Nûrî Dêrsimî ji aliyê grûbên çekdar de di sala 2018an de hatibû xerabkirin.

Di merasima salvegera 52em ya wefata Dêrsimî de gelek kes ji Efrînê beşdarî merasimê bûn. Gor ji aliyê ENKSê de hat nûhkirin ku ne tenê gora Dêrsimî her weha ya hevjîna wî ya Ferîde Efrînî jî li cema ya Nûrî Dêrsimiye. Li gor ragihandina Rûdawê li ser kêlika Nûrî Dêrsimî helbestekî wî hat nivîsandin ku dibêje:

“Dilbirin bi nalîna welat

Li ser vê rêya dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we jî rojekê

Dunya bibe gulbuhar”

Berpirsê ENKSê yê Efrînê Ahmed Hasan, ragihand ku ji bo bîranîna Dêrsimî vê xebatê kirin û weha got:

“Îro ji bo salvegera 52em ya koça Dr. Nûrî Dêrsimî, ji bo gora wî nûh bikin û li ser kêlika gora wî helbesta wî binvîsin, em li vê derê ne. Dr. Nûri welatperwerekî Kurd bû û tevlî tevgera Şêx Seîd bûbû.”

Keça damezrênerê partiya yekem ya li Sûriyê keça Mihemed Elî Xoce, Felek Elî Xoce dema behsa têkiliyên malabata xwe û ya Dêrsimî kir weha got:

“Hevalê bavê min bû, bi hevre dixebitîn. Dema kurê min hat dinyayê, Dr. Nûrî navê kurê me danî Felemez Nûrî.”

Nivîskar Rêber Ahmed behsa girîngiya bîranîna kesayetiyên dîrokî kir û got:

“Dr. Nûrî Dêrsimî ji pêşhatiyên Kurdan yên siyasetmedar û ronakbîrên Kurd bû. Lewra em jî navên wekî wî bibîrtînin. Dema em rabirdûya xwe bibîrtînin, em dahatûya xwe ava dikin.”

Nûrî Dêrsimî yek ji avakerê Rêxistina Tealiya Kurdistanê, endamê rêxistina xwendekarên Kurd Hêviye. Mêjiyê tevgera Koçgiriyê û ya Dêrsimê ye. Kurdistan Tealî ew dişine herêma Sêwasê, Kemaliye, Rifaiye, Hefik û Dêrsimê û bi fermî hem zabitê veterinere û hem rêxistina Tealiya Kurdistanê li herêmê bi rêve dibe. Serpereştê Tevgera Dêrsimê Seyîd Riza feqiyê bavê Nûrî Dêrisimiye.

Dêrsimî bi Seyîd Riza, bi Elîşan û Elîşêr re xweş hevale û tevgera Kurdî bi hevre dimeşandin.

Dema di Dîwana Herbe de lê doz vekirin, serokê Dîwanê Nemrûd Kurd Mustafa Paşa (Mustafa Yamulkî) ku di sala 1922an dePaşa li Silêmaniyê bû wezîrê Perwerdê ya hukumeta Şêx Mehmûdê Berzencî, Dr. Nûrî dadigerîne ser karê wî û dibêje; here xebata xwe ya rêxistinê bike.

Di sala 11 Êlûna 1937an de, diçe li Helebê bicîh dibe û pirtûka xwe ya bi navê ‘Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsim’ dinvîse. Di 22yê Tebaxa sala 1973an de wefat dike

Kurekî Nûrî Dêrsimî di serhildana Dêrimê de şehîd dikeve ku kes vê behsê nake.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.