Hêzên asayîşa Îranê li bajarê Sinê sporvan û perwerdekarê sporê Çiya Rezaî xistin binçav
PeyamaKurd – Perwerdekarê Kurd yê sporê yê Muay Thai û şampiyonê berê yê Asyayê Çiya Rezaî ji aliyê hêzên asayîşa Îranê de li bajarê Sinê (Senendajê) hat binçavkin û ew birin ciyekî nediyar. Hangawê ragihandin ku di 5ê Êlûnê de asayîşa Îranê ew girtine.
Çavkaniyekî ragihandiye ku Rezaî piştî li taxa Basatê ji salonekî sporê derketiye hatiye girtin, dest danîne ser erebe û telefona wî ya destî.
Sedema binçavkiirna wî, sûcên ku dewlet wî pê tewan dike û rewşa wî ya niha çiye, kes di derbarê wî de xwediyê zanînekî nîne.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.