Herêma Kurdistanê têkoşîna xwe ya bi krîza mayînan re didomîne

Herêma Kurdistanê têkoşîna xwe ya bi krîza mayînan re didomîne

PeyamaKurd – Herêma Kurdistanê bi krîza mayînan re rû bi rû ye. 

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mayînan, Elî Evdilrehman diyar kir ku mayîn gefeke mezin in, heta niha 14 hezar kesan ji ber wan canê xwe ji dest daye yan jî birîndar bûne.

Îsal jî 4 kesan ji ber wan canê xwe ji dest daye, 3 kes jî birîndar bûn. 

% 60ê deverên mayinkirî hatine paqijkirin, lê kêmasiya tîm, amûr û wesayîtan xebatan dike ku ev pêvajo hêdî hêdî bimeşe. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 48 wesayît kirê kirine. 

Her weha hate ragihandin ku Herêma Kurdistanê di cîhanê de ji nav herêmên mayînkirî di rêza sêyemîn de ye ku tê texmînkirin ev hejmar li dor 10-12 milyon mayînan e.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.