Hewlêr | Li Çoman a Soranê hejmarek malbat di berfê de asê man

Hewlêr | Li Çoman a Soranê hejmarek malbat di berfê de asê man

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Soran devera Çomanê hejmarek geştiyar di berfê de asê mane û tîmên Berevaniya Şaristanî çûne bi hawara wan ve,

Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Soranê ragihandiye ku îro 14ê Sibatê ew hatine agahdarkirin ku çend malbatên geştiyar li Çomanê di berfê de asê mane.

Hate diyarkirin ku piştî agahdariyê yekser çend tîmên berevaniya şaristanî yên girêdayî rêveberiya Soranê bi serperestiya rêvebirê polîs Karwan Mîrawdelî, gihîştine cihê asêmayîyan û ew rizgar kirine.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.