Hinardekirina Petrola Kurdistanê li benda biryara Bexdayê ye

Hinardekirina Petrola Kurdistanê li benda biryara Bexdayê ye

PeyamaKurd – Endamekî Kurd ê di Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê de ragihand ku ji aliyê teknîkî û rêveberouo ve hemû amadekarî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi dawî bûne, lê pêvajo hîn jî li benda biryara fermî ya Encûmena Wezîran a Federal a li Bexdayê ye.

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Dr. Sebah Subhî, îro, roja Duşemê, 8ê Îlona 2025an, ji BasNewsê re axivî û got ku piştî demeke dirêj a rawestanê, boriya petrolê niha bi temamî amade ye. Wî got, "Gavên ku heta niha hatine avêtin pir baş in."

Subhî herweha da zanîn ku di çarçoveya qanûna budceyê de jî rê li ber hinardekirinê hatiye vekirin û di madeya 12an de ji bo her bermîleke petrolê 16 dolar weke lêçûna derxistin û veguhestinê hatiye terxankirin.

Herweha hat ragihandin ku hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê rojane 50,000 bermîl zêde bûye. Lê belê, parlamenter tekez kir ku ji bo destpêkirina fermî, divê peymaneke sêalî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta federal a Iraqê û şirketên biyanî yên veberhêner de were îmzekirin.

Bi van amadekariyan, niha bi tenê maye ku Bexda biryara dawî bide û rê ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê careke din veke.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.