HSDê û hêzên hevpeymaniyê duyemîn tetbîqata leşkerî ya hevbeş li dar xistin

HSDê û hêzên hevpeymaniyê duyemîn tetbîqata leşkerî ya hevbeş li dar xistin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên hevpeymaniya navneteweyî yên bi pêşengiya Amerîkayê li bajarokê Tel Tamar, li bakurê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê (Rojava), tetbîqatek leşkerî ya hevbeş a din li dar xistin.

Li gorî raporên herêmî, hêzên HSD û hevpeymaniyê doh êvarê li baregeha Kasreq a li bajarokê Tel Tamarê tetbîqatek leşkerî ya hevbeş a din li dar xistin.

Li gorî raporên herêmî, balafirên leşkerî di çarçoveya tetbîqatê de firînên bilindahiya nizm pêk anîn, ku heta saetên sibehê berdewam kir.

Çavkaniyek leşkerî ya HSDê diyar kir ku dengên teqînan li baregeha leşkerî (Kasreq) beşek ji tetbîqatên leşkerî yên hevbeş ên di navbera HSD û hêzên hevpeymaniyê de bûn.

Ev duyemîn tetbîqata leşkerî ya hevbeş a di navbera HSD û hêzên hevpeymaniyê de di mehekê de bû.

Herwiha hêzên HSD û hevpeymaniyê di 26ê Tebaxa 2025an de li baregeha Kasreq a li bajarokê Tel Tamarê tetbîqatek leşkerî ya hevbeş li dar xistin.

Hat ragihandin ku balafirên leşkerî di çarçoveya tetbîqatê de firînên bilindahiya nizm pêk anîn.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.