HSD: 4 şervanan di têkoşîna dijî DAIŞê de can da

PeyamaKurd- Navenda Ragihaninê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 4 şervanan di şerê dijî DAIŞê de can dane û nasnameya eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hate gotin: “Şervanê me Eymen (Cuma Îbrahîm El Dîb, Elî (Silêman Ehmed El Mezîd û Yûsif (Malik Ebdulah El Hoşî li herêma Dêrazorê dema li cihên cûda li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê şer dikirin, şehîd bûn. Şervanê me Lewend Qamişlo (Ebdulceba Umran Xelîl) di qezayeke leşkerî ya li bajarê Hesekê de şehîd bûye."
HSDê diyar kir, şervanên wan Eymen, Elî û Yûsif li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê berxwedanek mezin nîşan da û da xuyakirin: “Ji bo parastina gelê herêmê ji hovîtiya DAIŞê canê xwe feda kirin. Şervanê me Lewend di demeke nêzîk de tev li hêzên me bû û di dewreyên perwedeyê de cih girt. Di piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞê hatin lidarxistin de bû. Di heman demê de li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe da.”
Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.




