Konsolê Giştî yê Fransayê: Riya Pêşmerge sembola qurbanîdanê ye

Konsolê Giştî yê Fransayê: Riya Pêşmerge sembola qurbanîdanê ye

PeyamaKurd – Wek nîşaneke xurt a hevalbendî û rêzgirtinê, bi merasîmeke fermî li Parka navdar a André Citroën a li paytexta Fransayê, "Riya Pêşmerge" hat vekirin. Ev pêngava dîrokî, ku bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot pêk hat, weke sembola qurbanîdana Pêşmerge di şerê hevbeş ê li dijî DAIŞê de tê dîtin.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, Yann Braem, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku ev navlêkirin "spasdarî û rêzgirtina" Fransayê ji bo Pêşmergeyên ku canê xwe feda kirine, nîşan dide. Wî got, "Me xwest em peywendiyên xwe yên biratiyê bi gelê Kurd re bi awayekî konkret nîşan bidin."

Ji sembolê ber bi hevkariya berfireh ve

Braem tekez kir ku peywendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de ji rêzgirtineke sembolîk wêdetir in û di warên siyasî, çandî û aborî de bi awayekî berbiçav bi pêş dikevin. Wî amaje bi projeyên hevbeş kir, wekî perwerdekirina Pêşmerge ya li Fransayê, hevkariya di warê arkeolojiyê de, û piştgiriya ji bo du dibistanên Fransî li Herêmê.

Di warê aborî de jî, Konsulê Giştî bal kişand ser veberhênanên kompaniyên mezin ên Fransî yên wekî Danone, Carrefour û Lafarge li Herêma Kurdistanê û da zanîn ku projeyên nû di warên çandinî, geştiyarî û avakirinê de di rojevê de ne.

Serdana Macron peywendiyan dê bêhtir bi pêş bixe

Wek nîşana giringiya stratejîk a van peywendiyan, Braem piştrast kir ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron plan dike ku heta dawiya salê serdana Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike. Wî got, "Serok Macron roleke navendî dide Iraq û Kurdistanê di aramiya herêmî de û giringiyeke mezin dide xurtkirina van peywendiyan."

Vekirina "Riya Pêşmerge" ya li Parîsê, ne tenê rêzgirtinek ji bo dîrokê ye, lê di heman demê de bingehekî zexm e ji bo paşerojeke hevbeş a ku li ser bingehê dostanî, hevkarî û berjewendiyên hevpar ava dibe.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.