Konsula Amerîkayê ya li Hewlêrê: Em hevkariya bazirganî ya li gel Herêma Kurdistanê berfireh dikin
PeyamaKurd – Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, Gwendolyn Greenê tekez kir ku welatê wê dixwaze hevkariya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re ji qada ewlehiyê ber bi warên bazirganî û aboriyê ve berfirehtir bike. Ev daxuyanî îro, 8ê Îlona 2025an, di Konferansa Bazirganî û Aborî ya Hevbeş a Veberhêner û Karsazan de hat dayîn.
Di axaftina xwe de, Greenê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo afirandina derfetan ji bo şirketên Amerîkî û got, "Berê me bi hevkariyên xwe zêdetir bala xwe dida ser ewlehiyê, lê niha em dixwazin li ser bingeheke bazirganî hevkariyên xwe ava bikin."
Konsula Amerîkî destnîşan kir ku divê hevkariyên nû yên di warên enerjî, perwerde û tenduristiyê de bên avakirin. Wê got "Em dixwazin ji Amerîkayê bêtir şirketan bînin Herêma Kurdistanê û têkiliyên xwe yên bazirganî xurt bikin," da zanîn ku pêwendiya di navbera her du aliyan de xwedî nirxekî taybet e.
Gwendolyn Greenê herweha qebûl kir ku li gel derfetan, hin astengî û zehmetî jî hene, lê wê diyar kir ku armanca konferansên bi vî rengî ew e ku van zehmetiyan çareser bikin.
Di dawiyê de anî zimên: "Em dixwazin bi rakirina van astengiyan bi pêş ve biçin, ji ber ku ev di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye."
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.