Leyen ji Nêçîrvan Barzanî re got: “Fikrên we yên di derbarê herêmê de ji bo me girîngin”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçova konferansa ewlehiyê ya Munihê (Almanya) de, bi seroka komisyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen re hat cem hev.
Di hevdîtinê de li ser mijarên wekî pêşdeçûnên li Sûriyê û herêmê, têkiliyên navbera YEyê û herêma Kurdistanê axifîn. Von der Leyen ji Neçîrvan Barzanî re got:
“Fikrên we yên di derbarê herêmê de ji bo Yekîtiya Ewrûpayê girîngin”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxwuyaniya xwe de got ku Nêçîrvan Barzanî bo Leyen gotiye ku desteka Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne. Her weha her dû teref ji bo xwurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewrûpayê û pêşdebirina hevkariyê bûne hemfikir.
Von de Leyen ji bo Barzanî ragihandiye ku rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya hêzên Pêşmerge di têkoşîna li hemberê IŞİDê û rola jinan ya li hemberê terorê bi girîngî nirxandiye.
Her dû teref di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên herêmî û mijarên navdewletî jî kirine.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




