Li bajarê Kîlîsê li ser ciyê parka erebê li hev xistin: 2 birîndar

Li bajarê Kîlîsê li ser ciyê parka erebê li hev xistin: 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Kîlîsê li taxa Akpinarê di navbera A.H.B., M.Y.B. û Serkan Ç. û Serdar Ç. de li ser ciyê parkkirina ereba munaqeşe derket û paşî li hev xistin. Serkan Ç. û Serdar Ç. bi çekan li bav A.H.B. û kurê wî M.Y.B. xistin û wan birîndar kirin.

Bav û kur birin nexweşxanê û rewşa wan ji aliyê mirinê de başe. Li ser bûyerê her dû kesên din ji aliyê hêzên asayîşê de hatin binçavkirin.

Lêpirsîna wan ji aliyê hêzên asayîşê de dewam dike.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.