Li Îranê pêla nû ya darvekirinan: Di rojekê de 6 jê Kurd 8 îdam

Li Îranê pêla nû ya darvekirinan: Di rojekê de 6 jê Kurd 8 îdam

PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan HRANAyê ragihand ku doh Yekşemê 7ê îlonê li girtîgeha bajarê Tewrêzê 7 girtî hatine bidarvekirin ku 5 ji wan girtiyan welatiyên Kurd bûn. Dîsa girtiyekî Kurd heman rojê li girtîgeha Sineyê hate bidarvekirin.

Li gorî HRANAyê; “Tofîq Neimetî, kurê Sidîq, xelkê gundê Berdêzê ser bi devera Somayê ser bi bajarê Urmiyê, Hûşeng Hinare, kurî Nacî, xelkê gundê Xeliyan ser bi bajarê Urmiyê, Babek Omerzade kurê Hesen ê xelkê gundê Gunbetê ser bi devera Somayê ser bi bajarê Urmiyê, Kêywan Mamedî kurê Paşî, xelkê gundê Dêrik a ser bi bajarê Selmasê û Necîb Azerem, kurê Hecî Elî Gelankanî” ser bi bajarê Urmiyê, ew welatiyên Kurd bûn ku di vê rojê de hatine bidarvekirin.”

Herwiha hate diyarkirin, 2 bidarvekiriyên din jî, xelkê bajarê Tewrêzê yên bi navên “Sadiq Behmenî û Mucteba Salimî” bûn.

3 girtiyên Kurd jî li Sine û Kirmaşanê hatin îdamkirin

Li aliyê din Hengawê jî ragihandiye ku roja Yekşemê 7ê Îlonê, cezayê bidarvekirinê yê li dijî Azad Muradî yê 43 salî û xelkê Baneyê, li girtîgeha navendî ya Sineyê, roja Sêşemê, 2yê Îlonê li heman girtîgehê Mihemed Babayî yê 44 salî û xelkê gundê Dizliyê yê Sewlavayê û heman rojê li girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmaşanê, girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Celal Muradî yê xelkê ji Kirmanşana Rojhilat hatine darvekirin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.