Li navça Qoserê du teref li hev xistin: 4 kes birîndar bûn

Li navça Qoserê du teref li hev xistin: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li taxa Koçhisarê di navbera du terefan de pevçûn çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Sedema pevçûnê nehat zanîn lê tîmên tendurisityê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana bajêr ji bo dermankirinê.

Polîs tedbîran sitend da pevçûn zêde nebe û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.