Li Xarpêtê û Nisêbînê di êrîşên çekdarî de 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li taxa Nailbegê di navbera du terefan de pevçûn derket û kesekî ji lingê xwe birîndar bû. Kesê bi tivinga pompeyî êrîş kir, saçmên ji tivinga wî derketin, li erebe û camên xanyan jî ketin. Polîs ketiye per êrîşkeran da wan bigre.
Piştî mudaxeleta tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxana bajêr ya bi navê Fehti Sekin.
Li navça Nisêbîn a bi ser bajarê Mêrdînê li taxa Devrimê ereba ku di rêya xwe de diçû, ket ber êrîşekî çekdarî. Di êrîşê de H.K. (44) ku ereba xwe dajot birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxana bajêr ya dewletê. Polîs ket pey êrîşker an êrîşkeran da wan bigre.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




