Mesrûr Barzanî: 2 milyon kes xwedî elektrîka 24 saetan in

Mesrûr Barzanî: 2 milyon kes xwedî elektrîka 24 saetan in

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku bi saya însiyatîfa Ronakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG), nêzî 2 mîlyon welatiyên Herêma Kurdistanê niha xwedî elektrîka 24 saetan in.

Ev yek wekî gaveke giring a di warê baştirkirina binesaziya herêmê û bilindkirina asta jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê tê nirxandin.

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku armanca sereke ya projeya Ronakî ew e ku heta dawiya sala 2026an, elektrîka bêkêmasî ya 24 saetan bigihêje her mal û kargeheke li Herêma Kurdistanê. Wî got,

“Em bi biryar in ku vê xizmetê bigihînin hemû welatiyan, da ku her kes ji vê destkeftiya giring sûdê werbigire.”

Înîsiyatîfa Ronakî, ku yek ji projeyên sereke yên hikûmetê ye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên elektrîkê û peydakirina enerjiyeke domdar hatiye destpêkirin. Ev proje di çarçoveya xebata hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ji bo pêşxistina aborî û baştirkirina jiyana civakî li herêmê.

Serokwezîr Barzanî herwiha spasiya tîmên ku di vê projeyê de ked dane kir û bang li welatiyan kir ku piştgiriyê bidin xebatên hikûmetê ji bo bidestxistina armancên mezintir di warê binesazî û xizmetguzariyê de.

 

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.