Mesrûr Barzanî: Divê Şam bi hemû partiyên Kurdî re danûstandinê bike

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet a kanala Hedesê de, ku îşev tê belavkirin bersive çend pirsên girîng da.
Mesrûr Barzanî, li ser tometên hebûna Îsraîlê li Herêma Kurdistanê got, “Ti bingehên rastîn di wan behaneyan de nînin û em dikarin gelek bi ronî bibêjin, ew yek rast nîne û Îsraîl li Herêma Kurdistanê nîne.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Cihê mixabiniyê ye ku ew tometên ji bo Herêma Kurdistanê têne kirin ji aliyê wan kesan ve ku ti behane ji bo êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê nîne. Ew wan tometan ji bo hindê çêdikin ku behaneyan ji bo karên xwe yên xirab û êrîşên xwe yên bêbingeh çêbikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, “Ez wê yekê tekez dikim ku Îsraîlî li Herêma Kurdistanê nîne, herwiha ti cihekî wan jî li Herêma Kurdistanê nîne.”
Serokwezîr Barzanî li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî got, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûnerîtiya hemû Kurdan nake, belkî nûnerîtiya pareke Kurdan dike.. Ez nizanim çi di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de çêdibe, lewma min ti daxuyanî di wî warî de nedane, lê ez wiha difikirim ku li ser Şamê pêdivî ye bi tevaya partiyên Kurdî re danûstandinan bike, ne tenê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re.”
Mesrûr Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî wiha axivî, “Me xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya hêzên Hevpeymanan ku li deverê hene diyar kiriye, bi hestkirina bi wê metirsiyê û qebxwaziyên ewlehiyê yên ku rûbirûyî hemiyan dibin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, “Li dû zanyaran, Iraq li ser wê heyama ku ji bo mana hêzên Hevpeymanan li Iraqê diyar kiriye dixwaze li helwestên xwe vegere.”
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




