Mesrûr Barzanî: Em ê destkeftiyên nîştimanî û sazûmana destûrî biparêzin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro bi boneya 64emîn salvegera destpêbûna Şoreşa mezin a Îlonê peyamek belav kir û tê de tekezî li ser parastina yekrêzî û destkeftiyên neteweyî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Di 64emîn salvegera Şoreşa mezin a Îlonê de, em tekeziyê li ser bilind ragirtina nirxên hêja yên Şoreşa Îlonê dikin." Wî herweha bal kişand ser giringiya "yekîtiya hemû pêkhate û çîn û qatên gelê Kurdistanê."
Di berdewamiya peyama xwe de, wî armanca vê yekrêziyê bi "parastina maf û destkeftiyên me yên niştimanî û parastina sazûmana destûrî ya Herêma Kurdistanê" ve girê da.
Şoreşa Îlonê ya ku di 11ê Îlona 1961ê de bi rêbertiya Barzaniyê Nemir dest pê bû, weke yek ji şoreşên herî giring û berfireh di dîroka tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de tê naskirin. Ev şoreş bû bingehek ji bo bidestxistina gelek mafên neteweyî, ku ya herî berçav Rêkeftina 11ê Adara 1970î bû ku hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku otonomiyê ji bo Kurdistanê bipejirîne.
Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî rêz û hurmeta xwe ji bo giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku ew ê li ser şopa wan berdewam bin.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.