Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li ser Qeterê daxuyanî da

Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li ser Qeterê daxuyanî da

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa Îsraîlê ya li ser Hamasê li Qeterê şermezar kir û got, "Em piştgiriyê didin çareseriyek tavilê û aştiyane ji bo pirsgirêkên herêmî."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa Îsraîlê ya li ser rêveberiya Hamasê li Qeterê şermezar kir û diyar kir ku ev binpêkirina qanûna navneteweyî ye.

Di postek li ser platforma medyaya civakî X de, Serokwezîr Barzanî êrîşa li ser Qeterê wekî "binpêkirina qanûna navneteweyî" bi nav kir.

Barzanî tekez kir ku ji bo pirsgirêkên herêmî çareseriyek aştiyane û bidawîanîna aloziyan pêwîst e.

Posta tevahî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Êrîşa li ser Dewleta Qeterê binpêkirina qanûna navneteweyî ye.

Em piştgiriyê didin çareseriyek tavilê û aştiyane ji bo pirsgirêkên herêmî û bidawîanîna hemî cureyên alozî û tundûtûjiyê."

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.