Mesrûr Barzanî li ser merasima çekşewitandina endamên PKKyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzani ragihand ku ew ji danîna çekan a ji aliyê PKKyê ve û ji pêvajoya aştiyê kêfxweş e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyê de ku bi fermî hat ragihandin, pîroz kir.
Serokwezîr Barzanî, di peyamekê de ku li ser platforma Xê hatiye parvekirin, got,
"Ez pêşwaziya gava yekem a bêçekkirina PKKyê û pêvajoya aştiyê dikim."
Her wiha got, "Ez hêvî dikim ku hemû alî pabendî aştiya rastîn û serdemeke nû ya yekîtî û aramiyê bin."
Di pêngaveke dîrokî ya aştiyê de, duh, roja Înê sibê li Şikefta Casenê ya li navçeya Dukana Silêmaniyê de merasîmeke sembolîk a çekberdanê hate lidarxistin. 30 endamên PKKyê, ku 15 jin û û 15 mêr jî bûn, çekên xwe bi şewitandinê ji holê rakirin.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




