MSDyê li Helebê bi şandeyeke dîplomatîk a Almanî re civiya

PeyamaKurd – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) duh, roja Înê li Helebê mazûvaniya şandeyeke payebilind a dîplomatîk a Almanyayê kir. Di civînê de, rêyên gihîştina çareseriyeke siyasî ya berfireh, pêkanîna aştiyeke mayînde, û vegera penaberan bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Şandeya MSDyê ku Cîhan Mihemed serokatiya wê kir û şandeya Almanî jî ji Seroka Karûbarên Rojhilata Navîn a Sefaretxaneya Almanyayê ya li Şamê Tulia Odhran, Cîgira Serokê Mîsyonê Alla Schindler û Berpirsê Karûbarên Siyasî Stephan Kamel pêk dihat.
Li gorî daxuyaniya fermî ya MSDyê, di civînê de rola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di avakirina aramiyê û bipêşxistina prensîbên rêveberiya demokratîk de bi awayekî berfireh hat nirxandin. Her weha, aliyan li ser peymanên ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û aliyên din ên Sûrî de hatine îmzekirin, wek peymana bi Hikûmeta Demkî re û peymanên taybet bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, sekinîn. Zehmetiyên di pêkanîna van peymanan de û rêbazên xurtkirina lihevhatina civakî jî xalên girîng ên gotûbêjê bûn.
Mijareke din a sereke hilbijartinên Meclîsa Gel ên pêşerojê bû. Her du aliyan tekezî li ser giringiya beşdarbûna wekhev a hemû pêkhate û baweriyên civakî di pêvajoya siyasî de kirin.
Ji aliyê xwe ve, şandeya Almanî bal kişand ser giringiya ku welatê wan dide rewşa kesên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne. Şandeyê destnîşan kir ku vegera bi dilxwazî, ewle û bi rûmet a penaberan, ne tenê ji bo pêvajoya ji nû ve avakirinê ye, lê her weha ji bo misogerkirina aramiya demdirêj jî xwedî roleke navendî ye.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




