Patrik İgnatius ji Nêçîrvan Barzanî re: “Ji bo Kurdistan multeciyên Xîrîstiyan parast, sipasiya we dikim”

Patrik İgnatius ji Nêçîrvan Barzanî re: “Ji bo Kurdistan multeciyên Xîrîstiyan parast, sipasiya we dikim”

PeyamaKurd – Di çaçrova konferansa ewlehiyê ya Berlîn a Almanya de, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi lîderê rûhanî patrîkê Antakya û lîderê giştî yê rûhanî yê Dêra Ortodoks ya Suryanî Moran Mor İgnatius II. Efrem re civiya.

Di hevdîtinê de behsa multeciyên Xîrîstiyan yên Herêma Kurdistanê kirin û ji ber parastina Herêma Kurdistanê ya Mesîhiyan, patrîk bi qedirbilindî desteka Kurdistanê nirxand.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di civînê de her dû teref li ser rewşa Xîrîstiyanên Iraqê û Sûriyê rawestiyane û behsa zahmetiyên di jiyana wan de kirine. Her dû teref li ser di navbera pêkhateyên dînî û etnîkî de aştî çêbibe, wê çi pêngavan bavêjin, li ser wan bûne hemfikir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî, ji bo parastina Mesîhiyên Herêma Kurdistanê, garantîkirina mafên wan biryariya xwe dubare kiriye û behsa girîngiya azadiya dînî û rengîniya çandê kiriye ku ji bo Herêma Kurdistanê gelek girîngin.

Barzanî ragihandiye ku xebatên wan yên ji bo xwurtkirina rewşa aştiyane û ji bo pêkvejiyana pêkhateyan yên li Kurdistanê dê xebatên wan bidomin.

Patrik Moran Mor İgnatius II. Efrem ji bo parastina muleciyên Xîrîstiyan û Xîrîstiyanên ku ji ser axa xwe rabûne an koç kirine, rola Herêma Kurdistanê ya parastina wan û xwedîderketina li wan bilind nirxandiye û gotiye ku kiryarên Kurdistanê ji xweşbînî û aştiyê re mînak in.

Di hevdîtinê de, rewşa niha ya li Sûriyê û pirsgirêkên din yên li herêmê, mijarên wan yên din bûn kul i ser wan axifîne.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.