Peyama spasiyê ji Tirkiyeyê bo Nêçîrvan Barzani bi zimanê Tirkî û Kurdî

PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Tirkiyê li Hewlêrê bersiva peyama sersaxiyê ya Serok Nêçîrvan Barzanî da û got, "Em bi dil û can spasiya Birêz Serok dikin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani ji bo 12 leşkerên ku roja borî di şikeftekê de li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber jehrîbûna gaza metanê canê xwe ji dest dan, peyamek sersaxiyê ji Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand.
Nêçîrvan Barzani di peyama xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Tirkiyeyê re xwest û ji birîndaran re jî şîfaya bilez xwest.
Di peyama xwe de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser hevkariya Herêma Kurdistanê û Tirkiye kir û got ku hevkariya hevbeş wê ji bo misogerkirina aştî, ewlehî û aramiya mayînde li herêmê berdewam be.
Peyam li ser hesabê X ê Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî hat parvekirin.
Hesabê fermî yê Balyozxaneya Giştî ya Tirkiyê li Hewlêrê ev peyam îqtibas kir û bi Tirkî û Kurdî got, "Em bi dil û can spasiya Birêz Serokkomar dikin."
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




