Rêber Ehmed hişyariyê dide: DAIŞ li deverên binakok hîn jî gefeke cidî ye

Rêber Ehmed hişyariyê dide: DAIŞ li deverên binakok hîn jî gefeke cidî ye

PeyamaKurd – Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed, îro, roja Duşemê, 8ê Îlonê, ragihand ku gefa rêxistina terorîst a DAIŞê bi dawî nebûye û bi taybetî li wan deveran çalak e ku valahiya ewlehiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye.

Di axaftina xwe ya di konferanseke derbarê bipêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de jî tekez kir ku hêzên wan, bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, li ser sînoran bi awayekî berdewam li dijî van gefan têdikoşin.

Di domanê de Rêber Ehmed bal kişand ser giringiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û got, "Ez kêfxweş im ku di xurtkirina têkiliyan û biparvekirina nirxên hevpar de bi rolekê radibim."

Wezîrê Navxweyê serdana serketî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Amerîkayê bi bîr xist û diyar kir ku vê serdanê di warê dîplomasî û bazirganiyê de rûpeleke nû vekiriye. Wî Herêma Kurdistanê weke herêmeke aram û pêbawer ji bo veberhênan û karsaziya Amerîkî bi nav kir û tekezî li ser pêwîstiya avakirina têkiliyên bihêztir bi karsazên Amerîkî re kir.

Di dawiya axaftina xwe de, Ehmed spasiya Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Steve Lutes, kir ji bo hewlên wî yên di afirandina derfetên aborî de li Herêma Kurdistanê.

Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.