Rêkeftina li ser dahatên ne-petrolê bi Bexdayê re di qonaxa dawî de ye

Rêkeftina li ser dahatên ne-petrolê bi Bexdayê re di qonaxa dawî de ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragihand ku danûstandinên bi hikûmeta federal a Iraqê re yên derbarê radestkirina dahatên ne-petrolê gihîştine qonaxên xwe yên dawî.

Serokwezîr Barzanî ev daxuyanî da rojnamevanan piştî ku li Hewlêrê 6emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Xanî û Beran vekir. Wî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her dem hewl dide pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bike û got, "Tiştê ku ji bo me giring e, bextewarî û aramiya xelkê Kurdistanê û geşepêdana aborî ya berdewam a Herêma Kurdistanê ye."

Pirsgirêka hinardekirina petrolê 

Derbarê rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Barzanî eşkere kir ku niha tu pirsgirêkek di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal an jî kompanyayên petrolê de nemaye. Wî got, "Tenê nakokî di navbera şîrketan û hikûmeta federal de maye." Li gorî Serokwezîr, şirketên petrolê ji bo misogerkirina mafên xwe yên darayî li benda garantiyan ji Bexdayê ne.

Avakirina Kabîneya Nû û bipêşxistina 

Li ser pirsa avakirina kabîneya 10em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got, "Ez amade bûm piştî hilbijartinan hikûmetê ava bikim. Lê divê hevkarên me yên din jî amade bin. Dema ew amade bûn, em ê hikûmetekê ava bikin."

Serokwezîr herweha bal kişand ser serdana şandeke bazirganî ya Amerîkî bo Herêma Kurdistanê û got ku armanca wan nirxandina derfetên veberhênanê di hemû sektoran de ye, ne tenê di warê enerjiyê de. Wî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser siyaseta xwe ya pirrengkirina çavkaniyên dahatê û bipêşxistina aboriyê berdewam be.

Di dawiyê de, Serokwezîr Barzanî spasiya Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurd kir ku bi saya wan aramiyek çêbûye ku bala veberhênerên biyanî dikişîne ser Herêma Kurdistanê.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.