Rêveberiya Rojava ye amade ye ku bi Şamê re bikeve diyalogê

Rêveberiya Xwese a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew ji bo destpêkirina danûstandinên rasterast ên bi hikûmeta Sûriyeyê re bi tevahî amade ne û tenê li benda diyarkirina demekê ji aliyê Şamê ve ne.
Berdevkê tîma danûstandinan a Rêveberiya Xweser, Yasir Silêman, duh, roja Înê di daxuyaniyekê de tekez kir ku komîteyên teknîkî yên ji bo vê armancê hatine avakirin, hemû amadekariyên xwe temam kirine. Silêman got, "Em bi israr in ku pêvajoya diyalogê bidomînin. Komîteyên me yên teknîkî amade ne ku dest bi nîqaşan li ser mijarên wekî yekkirina saziyên îdarî û leşkerî bikin."
Ev bang piştî civîneke giring a roja Pêncşemê di navbera tîma danûstandinan û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve, Îlham Ehmed de hat kirin ku tê de pêşketinên dawî yên di pêvajoya diyalogê de hatin nirxandin.
Rêveberiya Xweser diyar dike ku armanca van hewldanan ew e ku bi rêya diyalog û hevrêziya sazûmanî, aramî li herêmê were misogerkirin û çareseriyeke siyasî ya giştî ji bo Sûriyeyê were dîtin. Şanda rêveberiyê niha li benda bersiveke fermî ji Şamê ye ji bo destpêkirina gera nû ya gotûbêjan.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




