Rejîma Îranê 3 zarokên Kurd û Belûç li Kamêran û Qesrqendê girtin

Rejîma Îranê 3 zarokên Kurd û Belûç li Kamêran û Qesrqendê girtin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovî ya Hengawê, hêzên ewlehiyê yên Îranê di rojên dawî de 3 zarokên 17 salî li bajarên Kamêran û Qesrqendê girtine û ew bo cihên nediyar veguhestine.

Roja Çarşemiyê, 10ê Îlonê, Ebdulah Ezîzî, zarokekî Belûç ê 17 salî, li bazara bajarê Qesrqendê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ve hat girtin. Hat ragihandin ku girtina wî bêyî belgeyeke dadwerî û bi bikaranîna tundûtûjiyê pêk hatiye.

Berî wê, roja Duşemiyê, 8ê Îlonê, hêzên Îdareya Îtilaatê li bajarê Kamêranê bi ser malên du zarokên Kurd ên bi navê Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî de girtin û ew desteser kirin. Çavkaniyên Hengawê diyar dikin ku her du zarok piştî girtinê bo yek ji girtîgehên Îtilaatê yên li bajarê Sineyê hatine veguhestin.

Heta niha derbarê sedema girtina van sê zarokan, cihê ragirtina wan a niha û tohmetên ku li wan hatine barkirin de ti agahiyeke fermî nehatiye belavkirin.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.