Rejîma Îranê girtiyekî Belûc û 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê girtiyekî Belûc û 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, 3 girtiyên bi navên Hîsam Salarî, Behador Eliyasî û Silêman Nasirî yên ku bi tohmetên "kuştina biqest" û "madeyên hişbir"  mehkûmî bidarvekirinê hatibûn kirin, li girtîgehên Serawan û ya Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.

Hat ragihandin ku roja Yekşemê, 10ê Tebaxa 2025an, Hîsam Salarî, ciwanekî Belûc yê 20 salî û xelkê bajarê Gulşenê yê Sîstanz-Belûcistanê, li Girtîgeha Navendî ya Serawanê hate bidarvekirin.

Salariyê ku par bi tohmeta "kuştina biqest" hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibû kirin.

Beriya bidarvekirinê, ew roja Pêncşemê, 6ê Tebaxê, ji beşa giştî rakirin hucreya yekkesî.

Herweha hat diyarkirin ku roja Şemiyê, 9ê Tebaxa 2025an, 2 girtiyên Kurd ên bi navê Behador Elyasî, 31 salî û xelkê Xuremavayê û Silêman Nasirî yê xelkê Kirmaşanê, li Girtîgeha Navendî ya Dizîlavaya bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.

Derbarê van herdu girtiyên Kurd de jî hat gotin ku Elyasî 3 sal berê û Nasirî nêzî 5 sal berê bi tohmetên têkildarî "madeyên hişbir" hatibûn destgîrkirin û ji aliyê dadgeha Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibûn kirin.

 

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.