Serêkaniyê | Tirkiye hewl dide mal û milkên Kurdan bi rêyên neyasayî bikire

PeyamaKurd- Lijneya Koçberên bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyê hewl dide mal û milkên Kurdan li Serêkaniyê bi rêyên ne yasayî bikire.
Li gorî çavkaniyên medyaya xwecihî, bi serpereştiya îstîxbarata Tirkiyê civîneke bi eşîrên Serêkaniyê re derbarê kirîna mal û milkên kurdan beriya niha hatibû lidarxistin, lê mebestên civînê negihîştibûn encamê.
Lijneya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyekê ragihand, ev kiryar têne wateya siyasteke sîstematîk ya guhertina demografîk.
Lijneyê diyar kir, bi alîkariya hinek meclîsên leşkerî û sivîl yên ne rewa li dijî yasayên mafê mirovan û yên lihevkirinên Cenevreyê û Meclisa Ewlehiya Navdewletî tevdigerin.
Hate diyarkirin, kirîna neyasayî ya milkên Kurdan li dijî mafên ferdî û komî yên milkiyetê ye ku di Danezana Cîhanî ya Mafê Mirovan de hatiye bibîr xistin.
Lijneya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew kiryar ji aliyê yasyayî ve ne rewa ne.
Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.




