Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Estonya re civiya

PeyamaKurd – Li bajarê Munih a Almanya serokê Herêma Kurdistanê Nêçrîvan Barzanî di çarçova koneferansa ewlehiyê ya Munihê de, bi serokê dewleta Estonyayê bi Alar Karis re civiya.
Li gor ragihandina Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de behsa pêwendiyên navbera dewleta Estonya û Herêma Kurdistanê kirine. Her dû teref li ser peydakirina rêyên hevkariya di sehayên ewlehî, teknolojî û perwerdê de axifîne.
Nêçîrvan Barzanî behsa desteka Estonyayê ya di çarçova têkoşîna li hemberê terorê ya koalisyona navdewletî kiriye, desteka Estonyayê ya ji bo Kurdistanê bilind nirxandiye û behsa peydakirina derfetên hevkariya di seha teknolojiyê û xwendina bilind de kirine.
Serokkomarê Estonyayê Alar Karis jî ragihandiye ku dixwaze Estonya û Herêma Kurdistanê têkiliyên xwe bipêş bixin û Nêçîrvan Barzanî dawetî welatê xwe kiriye.
Her dû teref têkoşîna bi hevre ya ji bo ewlehiya herêmê ya bi hevkarî qebûl kirine û balê kişandine ser girîngiya wê. Di civînê de her weha hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê, pêşdeçûnên li Iraq û Sûriyê û hinek mijarên din yên hevpar babetên her dû terefan bûn.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




