Serok Barzanî û Fexrî Kerîm rewş û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 8ê Îlonê pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nîqaş kirin.
Li gorî ragihandina Baregeha Barzanî, herdu aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li hev guhertin.
Herwiha herdu aliyan tekezî li ser hevahengiya aliyên siyasî ji bo nehiştina pirsgirêk û astengiyan kir.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




