Serok Mesûd Barzanî desteka xwe ji bo pêvajoya aştiya Tirkiyê dubare kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di dema seredana xwe ya Fransayê de li gel kanala TV yê ya Kanal 24 a Fransayê hevpeyvînekî kir û got ku ew desteka xwurt dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê. Serok Barzanî li ser serbesberdana Abdullah Öcalan jî got.
“Pêvajo vê carê cuda ye û hêviyê dide. Serbestberdana serokê PKKê Abdullah Öcalan ji bo aştî bibe mayînde, wê pêngavekî baş be.”
Serok Barzanî ji bo merasima vekirina Rêya Pêşmerge li Parîsê bû û di kanala 24 a Fransayê de behsa pêşdeçûnên li Sûriyê, yên li Rojava, pêvajoya aştiya li Tirkiyê û û têkiliyên Erbîl-Bexdayê kir.
Barzanî behsa şiddeta ku li Sûriyê û Rojava zêde dibe kir û got ku di mijarê de bi endîşeye û desteka xwe ji bo peymana 10ê Adarê ya navbera HSDê û Şamê dubare kir. Serok Barzanî got ku tişta herî xeter ew e ku destekî biyanî bikeve navbera Kurd û Ereban û şerekî çêbibe. Ji bo ev nebe jî Barzanî got ku bi temamê erkên xwe dixebitin.
Barzanî got ku şer çare nîne û pêwiste hukumeta Sûriyê ya nû rêz li temamê pêkhateyên etnîkî û dînî bigre.
Serok Barzanî her weha behsa pêvajoya aştiya li Tirkiyê kir û got ku destekê didin pêvajoyê, pêvajoya niha ji yên din cudaye û hukumeta Tirkiyê xwediyê desteka parlementoyê û raya giştiye. Barzanî hêviya xwe ya ji bo serbest berdana Öcalan ragihand û got:
“Hêvî dikim ku bi Öcalan re hevdîtinê bikim lê dixwazim ev hevdîtin di derveyê zîndanê de be. Berdana Öcalan wê encamekî pêvajoya aştiyê be.”
Serok Barzanî li ser sanaryoya vekişîna hêzên koalîsyonê û DYAyê ji Iraqê û Kurdistanê bi tundî rexne kir û got ku eger vekişin, wê IŞİD ji nûh de tekez derê ortê. Serok got:
“Bê guman wê sanaryoya sala 2012an dubare bibe û IŞİD veje. Bi sedema tehdîda IŞİDê dewam dike, divê Amerîka û hevkarên xwe li herêmê bin û pêdivî bi wan heye.”
Serok Barzanî li ser arîşeyên navbera Erbîl û Bexdayê jî got ku:
“Destûr nexşerêyekiye û me ji mafên xwe yên destûrî zêdetir tiştekî nexwestiye. Lê em ê îznê nedin îhlala destûrê. Pirsgirêka esasî ya navbera Erbîl û Bexdayê ewe ku Bexda Federalîzmê nasnake.”
Ev nivîs 155 car hatiye xwendin.




