Joe Biden: Divê her kes ji Şewba Monkeypoxê bitirse

Joe Biden: Divê her kes ji Şewba Monkeypoxê bitirse

PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser Şewba Monkeypoxê, bi navê din Şewba Kulîlka Meymûnan, hişyarî dan û li ser hegera belavbûna vê şewbê da zanîn ku ev yek rewşeke metirsîdar e û divê her kes ji belavbûna vê şewbê bitirse.

Joe Biden, li Balafirgeha Koreya Başûr a Osanê, daxuyaniyek da çapemeniyê û di vê daxuyaniyê de bal kişand ser şewba nû ya Monkeypoxê ku li cîhanê belav dibe. Biden da zanîn ku heta niha di derbarê asta belavbûna şewbê de agahî negihîştine ber destên wî lê belê ji ber metirsiya vê şewbê wan, xebatên derziyên bi bandor dane destpêkirin.

Qada Tenduristiyê ya New Yorkê, di 19ê Gulanê de ragihandibû ku kesekî li sînorê eyaletê, bi şewbê ketiye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî da zanîn ku heta niha li seranserî cîhanê, 80 kesên ku bi vê şewbê ketine hatine tespîtkirin û li ser 50 kesên şikdar jî xebatên lêkolînê hatine destpêkirin.

 

Ev nivîs 210730 car hatiye xwendin.