Li 27 welatên Ewropa şewba çûkan peyda bû

Li 27 welatên Ewropa şewba çûkan peyda bû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çend hefteyên dawî de li 27 welatên Ewropayê ku Fransa, Almanya, Hollanda û Belçîka jî di nav de ne, şewba çûkan hatiye tesbîtkirin.

Piştî belavbûna şewba çûkan ku bi guherîna keşûhewayê ya li cîhanê ve tê girêdan, welatên ewropî ketine alarmê û ji ber şewbê hejmarek zêde mirişk û balindeyên din telef dibin.

Di biryara Wezareta Çandiniyê ya Fransayê de ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin de ji hemwelatiyan hatiye xwestin ku yên çûkan xwedî dikin wan dernexin derve.

Salên borî jî ji ber nexweşiya şewba çûkan ku di werzên payîz û zivistanê de dest pê dike, bi mîlyonan çûk mirin.

Yekîtiya Ewropa ji bo pêşîgirtina vê nexwaşiyê ketiye nava hewildanan û li gorî amaran; welatên ku herî zêde vîrûs li wan belav bûye Macaristan, Brîtanya, Bulgaristan, Danîmarka û Italya ne.