Ziyana Gaza Porteqalî ku li Viyetnamê hatibû bikaranîn hate vedîtin

Ziyana Gaza Porteqalî ku li Viyetnamê hatibû bikaranîn hate vedîtin

PeyamaKurd - Di encama lêkolîneke nû de derket holê ku yek ji bûjena Herbicitina Gaza Porteqalî (Agent Orange) ku di Şerê Vîetnamê de ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA9 ve weke çekeke kîmyewî hatiye bikaranîn, di mirovan de nexweşiyên mîna destpêka Alzheimerê û gellek nexweşiyên din peyda dike.

Piştî lêkolînan zanyaran destnîşan kirin ku ev bûjena kîmyewî, ziyanê dide lobên pêş ên mişkan ku anormalên pêş nexweşiya Alzheimerê derdixe holê.

Lekoler didin zanîn ku vedîtinên herî dawî nîşan didin ku egera di dema Şerê Viyetnamê de dêrînên şer ên ku di bin tîna gaza porteqalî de mane, bandorên gring ên neyînî wergirtibin heye.

Her çend bihê zanîn ku ev herbicit jahriye û bi dehsalan hatibe bikaranîn jî, zanyar hewl didin ku bizanibin ev bûjen çawa li ser mêjî van semptoman pêk tîne.

Yek ji hevnivîskarên lêkolînê Suzanne M. De La Monte ya ji Zanîngeha Brown a Dewletên Yekbûyî, di derbarê lêkolînê de wiha dibêje: 

"Ger em dikaribin nîşan bidin ku tûşîbûna gaza porteqalî paşê di mirov de nexweşiya nurodejeneratîf derdixe holê, ev yek wê ji bo dêrîşên şer bibe şanseke mezin."

Derketibû holê ku artêşa DYAyê, di dema şerê Viyetnamê de, li gellek deverên vî welatî, Gaza Porteqalî weke çekeke kîmyewî, bi berfirehî bikar aniye. Di raportên dema şer de aşkere bûbû ku frokeyên şer ên DYAyê çendîn caran vê gazê li ser axa Vîetnamê reşandine.

Her wiha raportên fermî yên bi dehsalan e têne kirin destnîşan dikin ku rûbirûmayîna Gaza Porteqalî, di pitikên ku ji jinên Viyetnamî yên ku li deverên bandorbûyî ji dayik bûne de kêmbûna zayînê û astengiyên pêşveçûnê derxistiye holê.