Saman Berzencî: Ji mehekê zêdetir e, kesek li Kurdistanê bi Covid-19ê nemiriye

Saman Berzencî: Ji mehekê zêdetir e, kesek li Kurdistanê bi Covid-19ê nemiriye

PeyamaKurd- Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku zêdetirî mehekê ye, li Kurdistanê tu mirineke bi Covid-19ê çênebûye. Berzencî da zanîn ku rêjeya tomarkirinê jî daketiye ji %0î

Ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ve hat eşkerekirin ku ev ji mehekê derbas bûye ku tu haleteke mirinê ya ji ber şewba Covid-19ê, li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin. Berzencî got, “Herêma Kurdistanê, di asta welatên pêşketî de ji bo rûbirûbûna şewba koronayê, bûye nimûneya serkeftinê. Piştevanî û xemxuriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hevahengiya aliyên pêwendîdar, faktora sereke ya serkeftina nexweşiya koronayê bûye.”

Berzincî destxweşiyê li bijîşk û karmendên tenduristiyê jî kir û da zanîn ku wan, bê rawestan û bi ruhê canfîdayî, di rêzên pêş ên rûbirûbûnê şewbê de kar kirine.

Ev nivîs 210728 car hatiye xwendin.