WHO: Hejmara pêketiyên Şewba Monkeypoxê, gihîşt 257an

WHO: Hejmara pêketiyên Şewba Monkeypoxê, gihîşt 257an

PeyamaKurd-Şewba Monkeypoxê, bi navê din Şewba Kulîlka Meymûnan, li 23 welatan belav bû. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku Şewba Monkeypoxê, heta niha bi giştî li 257 kesan ketiye.

Şewba Monkeypoxê ku wekî êşeke nû li cîhanê belav dibe, li 23 welatan hat dîtin û ji aliyê rayedarên WHOyê ve hat ragihandin ku ev êş li 257 kesan ketiye. Di daxuyaniya WHOyê de hat eşkekirin ku 120 nexweşên şikdar jî di bin venêrînê de ne û heta niha ji ber vê şewbê wendahiyên canî çênebûne. Hat ragihandin ku hejmara pêketiyên vê şewbê, li gorî welatên endemîk û welatên ne endemîk diguhere.

Ji aliyê rayedarên WHOyê ve hat ragihandin ku hejmara herî zêde ya pêketiyên Şewba Monkeypoxê, li Îngiltereyê hatiye dîtin. Li gorî raporta WHOyê; li Îngiltereyê 106, li Portekîzê 49, li Kanadayê 26, li Îspanyayê 20, li Hollandayê 12 û li Amerîkayê jî 10 pêketî hatine destnîşankirin.

Ev nivîs 210727 car hatiye xwendin.