WHOyê ji bo zarokên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da

WHOyê ji bo zarokên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO) li ser belavbûna nexweşiyan di nav zarokên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, hişyarî da û ragihand, sala 2021ê 21 hezar û 865 zarok bi nexweşiya xwarinên xerab ketine.

WHOyê eşkere kir, Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, di nav salên 2022-2023yan de, wê li Sûriyê pêwîstiya 5 milyon û 500 hezar kesan bi alîkariyên xwarinê hebe.

WHOyê sala 2021ê, li 968 navendên tendurîstîyê yên Sûriyê, rewşa zarokan ezmûn kir û xiste bin çavdêriyê.

Li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, gelek cûreyên nexweşiyan belav bûne, bi taybetî zarokên biçûk tûşî nexweşiyên bedxwarin, zikçûn, zuhabûn û kulbûna roviyan dibin.

Ji tevahiya 101 hezar û 59 zarokên kêmtir ji 5 salî, ku hatin ezmûnkirin, diyar kir, 21 hezar û 865 zarok ji wan tûşî bedxwarineke tund bûbûn.

Sala 2021ê Rêxistina Tenduristîya Cîhanî, alîkarî ji bo 19 navendên tenduristî yên cîgir, pêşkêş kir. 4 ji wan, li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bûn ku 50% ji wê hejmarê li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê ango Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Li gorî amaran tûşbûna nexweşiyan li wan herêman ji deverên din ên Sûriyê du qatan zêdetir e.

Ev nivîs 210729 car hatiye xwendin.