Li Palandokenê aşît ket ser werzişvanan: Judovanê16 salî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li Çiyayê Palandokenê tîma netewî ya Tirkiyê ya Judoyê di dema hildikişiya çiya, aşîta berfê bi ser wan ket. Di encama aşîtê de werzişvanê judoyê Emre Yazganê 16 salî jiyana xwe ji dest da û 4 werzişvan birîndar bûn.
Ketina aşîtê seet li dora 10.00an çêbû. Tîma judoyê ku ji 15 kesan pêkdihat, di bin aşîta berfê de ma. Li ser bûyerê tîmên AFADê, UMKE, cendirmeyan û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Esas tîmên rizgarkirinê karibûn Emre Yazgan ji bin berfa ku bi metreyan qalin bû derxin lê Yazgan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Di nav werzişvanên birîndar de biryarê Emre Yazgan yê cêwî jî heye.
Parêzgerê bajarê Erzeromê ragihand ku metorlojî hişyariya cemedê û aşîtê daye lê ji ber werzişvan haya wan jê tineye, bûyerekî weha bûye û li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Ev nivîs 212 car hatiye xwendin.




