Piştî ku PSG bi encama 5-0 bû şampiyon Parîs tevlîhev bû!

PeyamaKurd- Piştî ku şevê din tîma Paris Saint-Germain (PSG) cara yekemîn di dîroka xwe de, li hember tîma Inter Milanê bi encama 5-0 bi ser ket û bû fînalista Lîga Şampiyonan kolanên Parîs a paytexta Fransayê tevlîhev bûn.
Alîgirên tîma Inter Milanê bi polîsan re pev çûn û kolanên Parîsê piştî bidawîbûna maçê bûne qada şer.
Maça fînalê li bajarê Munih ê Almanyayê bi beşdariya 48 hezar alîgiran hate lîstîn û li Parîsê jî li Stadyuma Parc de Princes a Parîsê bi ekranên mezin hate temaşekirin.
Hate ragihandin ku di bûyerên piştî maçê de 81 kes hatine binçavkirin. Herwiha di bûyeran de otomobîl hatin şewitandin û ziyaneke mezin li nav kûçeyên bajêr çêbû.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.