Qedexeya pankarta Kurdî ya Amedsporê bû sedema nerazîbûnan

Qedexeya pankarta Kurdî ya Amedsporê bû sedema nerazîbûnan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku alîgirên Amedsporê ji bo maça îro Yekşemê ya Amedspor-Sakaryasporê pankarteke bi Kurdî amade kirine ku li stadyûmê daleqînin, le berpirsan destûr bo wê pankartê nedaye.

Koma Alîgirên Amedsporê ji ber ku Rêvebiriya Şaxa Werzişê ya Diyarbekirê destûr nedaye u pankarta bi Kurdî bê daleqandin nerazîbûn nîşan da û peyamek belav kir.

Koma alîgiran diyar kir ku wan nêzikî hefteyek berê bi awayekî fermî serî li Rêvebiriya Şaxa Werzişê daye lê bê hincet pankarta bi Kurdî hatiye qedexekirin.

Di peyamê de hate gotin: "Li stadyûmên din pankartên bi Îngîlîzî, Erebî û heta Fransî tên daleqandin lê çima qedexe ye ku em bi zimanê xwe li stadyûma xwe pankarta Kurdî daleqînin?"

Hate destnîşankirin ku ev helwesteke kêfî ye û divê biryar careke din bê nirxandin.

Di pankarta ku hatiye qedexekirin de, “Ew dê te tune bihesîbînin lê tu dê her wext hebî" hatiye nivîsandin.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.